Milîsên “polîsên leşkerî” şêniyek li taxa Eşrefiyê bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” û “sivîl” ên dagirkeriya Tirkî bi her awayî şêniyên Efrînê yên resen bi armanca bidestxistina fidyeyên malî û tevgavkirina wan direvînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku “milîsên polîsên leşkerî” roja Pêncşemê 29`ê Tîrmehê 2021 şêniyê bi navê Ismaîl Hesen ku çaksazkar û li taxa Eşrefiyê bi navê Semo Ebû Mihemed naskirî ye, bin çav kir.

Dikana Ismaîl li ser rêya servîs e. Ew bi xwe ji Ezazê ye lê belê demeke dirêj e li Efrînê dijî û ji hêla piraniya şêniyên bajêr ve naskirî ye.

Nûçegihan destnîşan kir ku dewriyeya milîsan Ismaîl bin çav kir û otomobîla wî desteser kir lê tawana wî û milîsên ku ew revandiye, hêjî nehatiye naskirin.

Related posts