AFRINPOST-Taybet
Afrinpost îro ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku endamên milîsên polîsên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî 28`ê Tîrmehê 2021 şêniyekî Kurd bi navê Henîf Birîmo ji mala wî li gundê Goberê yê navçeya Raco bêyî ku tawana wî were naskirin bin çav kir
Şênî Henîf endamekî meclisa xwecihî ya bajarokê Raco ye û serokê odeya çandiniyê yê meclisê ye
Tê zanîn ku hejmareke karmendên ku di meclisên xwecihî yên ku dagirkeriyê ava kirine hatine binçavkirin
Her wiha mal û milkên wan jî talan kirine Tevî ku ew di saziyên dagirkeriyê de kar dikin lê bê parastin in
Girêdayî wê desthilatên dagirkeriyê Mijdara 2020 di nav de serokê meclisê Ebid El-Mutelib Şêx Nasan 12 endamên û karmendên kurd ên meclisa xwecihî ya Mabetayê hatin binçavkirin
9”ê Îlonê 2020 milîsên “polîsên leşkerî” yê bi navê Sîhî Riziq serokê meclisa xwecihî ya dagirkeriyê li bajarokê Raco bin çav kir
30”ê Îlona 2019 milîsên Emin Siyasî şêniyên bi nav Menan Hebîbê Basil Ereb û Mihemed Ebid El-Henan ji meclisa xwecihî ya bajarê Efrînê bin çav kirin lê beriya wê jî bi giranî li wan dan