Milîsên “El-Hemzat” 2 xort ji gundê Kokanê beramberî 2000 lîreyên Tirkî berdan

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 27`ê Tîrmehê 2021 2 xortên Kurd piştî ku 2000 lîreyên Tirkî wek fidye jê standin, berdan.

Milîsan her du xortên Kurd Cemal Ebdo û Ehmed Hesen 13`ê Tîrmeha 2021 ji gundê Kokanê bi tawana veşartina çekdan revandin û birin bajarokê Mabetayê.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan her du xort beramberî 2000 lîreyên Tirkî berdan û destnîşan kir ku sermilîs yê bi navê “Ebû Sultan” ew neçarî yan dayîna fidyeyê yan jî heta bi heta di zîndanê de bimînin, kirin.

Tê zanîn ku her du xort beriya demekê bi pereyan hatin şantajkirin û beramberî rakirina tawana veşartina çekdan 2 milyon lîreyên Sûrî dan.

Related posts