AFRINPOST-Taybet
Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê, 2 Kurd ji mala wan li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê bi tawana ku berê dema Rêveberiya Xweser derdiketin nobedariyê, revandin.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê milîsan îro piştî nîvro bi ser mala şênî Ehmed Reşîd Hisên Neho (50 salî) û Aslan Şêxmûs Hebeş (38 salî) li gundê Kêla girtin û birin navenda milîsan li bajarokê Raco.
Têkildarî wê istixbarata Tirkî roja Şemiya borî 24`ê Tîrmehê sala 2021 şêniyê Kurd Îmad Ereb ji şêniyên gundê Karê yê navçeya Bilbilê dema li sûka bajarokê Raco bû, bin çav kir.
Li gorî çavkaniyan endamên istixbarata Tirkî ew li dikaneke bazirganiyê sekinand û li telefona wî venêrî ku piştre birin cihekî ne diyar û hêjî çarenûsa wî heta îro ne diyar e.