Bi destekeke Kuweytî … projeyeke niştedagiriyê yeke nû li Efrîna dagirkirî

AFRINPOST-Taybet

Bi fînansekirina ji komeleyên Ixwanî, desthilatên dagirkeriya Tirkî avakirina niştedagirgehan li herêma Efrîna dagirkirî bi armanca guherandina demografîk a herêmê zêde dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriyê dest bi avakirina niştedagîrgeheke din ku bi xwe gundekî Kuweytî ye, kir.

Devera ku wê proje lê were avakirin li aliyên gundê Turindê yê bajarê Efrînê û heta aliyên Kurzêlê li ser çiyayê Lêlûn diçe.

Nûçegihan diyar kir ku 400 M2 li wê deverê ji her malbateke niştedagîr re bi 200$ hatiye veqetandin. Kampanyaya ku pereyan dide wê hemû pêwîstiyên avakirin û rêyan dabîn bike û fînansekar jî ji dewleta Kuweytê ye. Lê nehat zanîn ku wê çawa pere li ser niştedagîran werin belavkirin.

Tê zanîn ku gelek projeyên niştedagîriyê li Efrînê hatine avakirin jê 3 niştedagirgeh li navçeya Şiyê û gundekî niştedagîr li gundê Şadêrê û yekî din li gundê Avrazê û yek jî li gundê Baflûnê û 2 proje li ser çiyayê Lêlûn yek ji wan li şûna gundê Xalta ya ku bi giştî hat rûxandine, ye.

Related posts