AFRINPOST-Taybet
Milîsên “firqeya El-Hemzat” bi rêveberiya sermilîs “Mutez El-Abdullah” fermandarê “Lîwa Siqûr El-Xab” ku gundên Keferdela Jêrîn û Keferdela Jorîn, Maratê, gundê Mezin, Gazê û Cûqê kontrol kirine, bacên mezin li ser darên zeytûnan ên koçberên Efrînê sepandin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê “meclisa xwecihî” ya dagirkeriya Tirkî bi zexta sermilîsa “Mutez El-Abdullah”, 23`ê Pûşberê 2021 daxwaz ji hilbijardeyên gundên li jor hatin bibîrxistin ku derbarê mal û milkan de û bi taybet darên zeytûnê statistîkan amade bikin.
Piştî ku statistîk ji aliyê hilbijarede(mixtar) û meclisa xwecihî ve hatin çêkirin, milîsan bac li ser milk û malan sepandin.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku milîsan li ser her dareke zeytûnê beramberî rêdana çinîna daran ji aliyê wekîlên xwediyên daran ve 8$ sepandin.
Nûçegihan diyar kir ku bacên mezin hişt ku cotkar lêçûnên xizmetguzariyê wek mazot, ajotin û kesaxtinê ji berîka xwe bidin.
Lê zêde ji ber ku meclisa xwecihî ya dagirkeriyê bac li ser xwediyên guvaştgehan disepînin, zeytûn buha tên guvaştin ku dîsa zirar li cotkaran dibe.