Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) şehadeta şervanekî xwe ragihand

AFRINPOST-Taybet

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) roja Duşemê ragihand ku şervanekî wan di encama topbarana dagirkeriya Tirkî roja Yekşemê ya li ser herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawayê şehîd bû.

Şervanê bi navê Rehman Elî Hisên bi nasnav “Zinar Efrîn” ji şêniyên gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera di topbarana Tirkî li ser herêmên Şehbayê şehîd bû û wê cenazeya wî li gundê Ehrezê yê Şehbayê were veşartin.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de ragihand ku 2 birîndar ambulansên lezgîn dîtin û 2 kesên dîtir jî rakirin nexweşxaneya Avrîn da ku werin dermankirin û wiha dewam kir;

Kesên birîndar bi navê Heysem Hesen ji koçberên gundê Meydana yê navçeya Raco û zarok Heysem Umer ji koçberên gundê Meydana yê navçeya Raco û Ehmed Zekî ji şêniyên gundê Ehrezê ne.

Li herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawayê ji duh bi şev ve aramiyeke giştî heye. Lê berî wê du rojan bi ser hev du de topbaraneke dijwar li ser gund, bajarok û herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawqayê de pêk hatin.

Related posts