AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku niştedagîr li bajarê Efrînê kêlên goran ji goristana taxa Zîdiyê didizin da ku bifiroşin an di karên avahîsaziyê de bi kar bînin.
Girêdayî wê çekdarên milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya cejna Qurbanê kêlên gorên miriyan xera kirin û dizîn û ji goristana gundê Şêxûrzê kevên tirbeyan ên giranbuha ji bo ku bifiroşin niştedagîran û di karên avanîsazsiyê de bi kar bînin, dizîn.
Her wiha çekdaran goristanên gundên bajarê Cindirêsê û gundê Hesendêra yê Bilbilê jî genî û xera kirin lê zêde gelek mezarên ola Îslamê û Êzdiyan rûxandin.