AFRINPOST-Taybet
Roja Şemiyê li gundê Keferşîlê yê bi ser bajarê Efrînê ve, 2 komên çekdar ên milîsên “Firqeya El-Hemze” li ser parvekirina pereyên çeteyên li Lîbyayê bi hev ketin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku nakokî di navbera sermilîs Mutez El-Abdullah û Ramî Metran derket û wiha dewam kir; sermilîsê “Firqeya El-Hemzat” ê bi navê Seyf Ebû Bekir ferman da çekdarên xwe ku sermilîs “Mutez El-Abdulah” ji ber ku li ser diziya pereyên çeteyan li hev nekirin, bin çav bikin.
Nûçegihan destnîşan kir ku yê bi navê Ramî El-Betran ku bi “Ebû Cabir” naskirî ye, destekeke leşkerî yeke mezin bi xwe re ji Cindirês û Efrînê anî û dest bi hemleyeke leşkerî li dijî koma “Siqûr El-Xab” li gundê Keferdelê Jorîn û Jêrîn, gundê Mezin, Gazê û Cûqê kir ku di encamê de hemû çekdarên rêbendên gundê Keferdela Jorîn, gundê Mezin, Gazê, Maratê û Keferşîlê girtin.
Piştî hemleya leşkerî pevçûn di navbera çekdarên koma “Siqûr El-Xab” û “Ebû Cabir” de li gundê Keferşîlê derketin lê dirêj nekirin ku di encamê de “Ebû Cabir” navendên Mutez Abdullah bi giştî kontrol kirin û piraniya endamên wî bin çav kirin.
Milîsên “Ceyş El-Wetenî” ji aliyê xwe ve biryarek têkildarî rêvebirinê derxist ku çapek jê gihîşt Afrinpostê ku kurteya wê jî ev e:
Sermilîs “Mutez Abdullah” ku li ser koma “Siqûr El-Xab” ên milîsên “El-Hemzat” disekine ji hemû erk û berpirsyartiyên xwe yên leşkerî tê avêtin û derbasî gel komîteya leşkerî ya milîsan dibe û giliyên li dijî wî hatine vekirin, tên şopandin û li şûna wî yê bi navê Ehmed El-Hemdo Brîr “Hesenkî” ji bo birêvebirina karûbarên milîsan li gorî wê biryarê hat erkdarkirin.