3 Kurd li navçeya Mabetayê ya gundewarê Efrînê hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrîna dagirkirî revandina şêniyan bi armanca bidestxistina fidyeyên malî berdewam e.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên Sultan Mûrad roja Înê şêniyekî Kurd bi navê Hemîd Ednan Mihemed ji şêniyên gundê Sêmalka yê navçeya Mabetayê revand û bir cihekî ne diyar.

Li gorî nûçegihan çekdaran Hemîd ji pêşiya mala wî revand. Piştre li gel malbata wî peywendî kirin û jê daxwaza fiyeyeke malî beramberî berdana wî xwestin.

Şênî Hemîd zewicî ye û xwediyê 4 kuran e. Beriya demekê hatibû binçavkirin.

Li aliyekî din milîsên Firqeya Sultan Silêman Şah ku bi navê El-Emşat naskirî ye, roja Înê(roja 4`ê ya cejna Qurbanê) xortekî Kurd bi navê Mihemed Nezmî (35 salî) ji mala wî li gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê revand. Piştre ji xwediyên wî 2000$ beramberî berdana wî xwest.

Her wiha hêjî çarenûsa şênî Lezgîn Elî Şêxo ne diyar e ku di heman mehê de (meha Tîrmehê) hatibû binçavkirin.

Related posts