AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe îro agahdar bû ku milîsên “Sultan Silêman Şah” ku bi navê “Emşat” naskirî ne, û sermilîsê wan yê bi navê Mihemed El-Casim e, amadekariya derçûna komeke din ji çekdaran dike da ku bi fermana dagirkeriya Tirk bişîne Afganistanê.
Çavkaniyan diyar kir ku milîsan derdora 15 konî li kampeke wê nêzîkî navenda navçeya Şiyê ya gundewarê Efrînê ji bo merasîma derçûna çeteyên ku dê Tirkiyê ji bo Afganistanê bişîne, vegirtin.
Li aliyekî din 2 çekdar ji milîsên Firqeya “Sultan Silêman Şah” ku bi navê “El-Emşat” naskirî ye, ji ber êrîşeke çekdarî ku kesên nenas li ser rêbendeke milîsên li navçeya Şiyê pêk anî.
Qurbaniyên desteserkirî bi boneya Cejnê:
Milîsên “El-Emşat” di roja yekem a cejna Qurbanê de 400 qurbanî li bajarokê Şiyê bi armanca belavkirina goşt li ser endam û malbatên xwe serjê kirin. Her wiha derdora 100 serî mî şandin parêzgeha Idlibê da ku goştê wan li wir belav bikin.