AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku komeke Îslamî yeke tundraw ku navê “Ehil Dehwe û Teblîx” li xwe kirine, li nava kolanên bajarê Efrînê digere û Kurdan neçarî amadebûna waneyên olî dike.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku komê ji roja Weqfa cejna Qurbanê dest bi karê xwe kir û bi rengekî çalak kar dikin û wiha dewam kir;
Di roja yekem a cejna Qurbanê de mala şênî Mihemed Xelîl ji gundê Basûtê ku li taxa Eşrefiyê li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê ye, hat dizîn. Dizan di dema ku şênî Mihemed sibeha cejnê serdana goristanê dikir de navmaliyên wî dizîn ku ew jî wiha ne; bateriya enerjiya rojê, amûrê Inventer, firaqên baqirî, laptop û cerekî gaze.
Li aliyekî din çekdarên “Sultan Mûrad” 3 berxên şêniyekî Ereb li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê dizîn.
Li gundewarê Efrînê jî, çekdarên dagirkeriya Tirkî rê li ber niştedagîrekî ji Idlibê dema ku kelûpel li ser rêya Qurnê ya navçeya Bilbilê belav dikir, girt û 6000 lîreyên Tirk û 300$ û derdora 200000 lîreyên Sûrî dizîn.