Ji ber ku li leşkerekî Tirk dan, hinek endamên “polîsên leşkerî” li Efrînê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost îro ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku polîsên Tirkî roja Şemiyê, hinek endamên milîsên “polîsên leşkerî” ji ber ku çekdarekî Ixwanî li ser rêbendeke Cindirêsê li polîsekî Tirk da, bin çav kirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li ser rêbenda Cindirêsê axaftinên tûj di navbera “polîsên leşkerî” û “polîsên sivîl” de hatin kirin. Piştre polîsên Tirk destwerdan kirin û piştgiriya “polîsên sivîl” kirin. Ji ber vê yekê ku çekdarekî “polîsên leşkerî” li leşkerekî Tirk da û gotinên xerab jê re gotin ku di encamê de polîsên Tirk çend milîsên “polîsên leşkerî” bin çav kirin.

Li aliyekî din, sibeha roja Yekşemê li herêma pîşesaziyê ya Efrînê, 3 bûyerên diziyê pêk hatin ku ew jî ev in;

  • dikaneke firotina bateriyan
  • dikaneke pevguherîna zeyta otomobîlan
  • dikaneke pevguherîna parçeyên otomobîlan.

Tê zanîn ku ew dikan ên koçberên Efrînê ne, niştedagîran desteser kirine û ji xwe re bi kar tînin.

Related posts