AFRINPOST-Taybet
Sibeha roja Yekşemê di encama teqîna teqemeniyekê li nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim li ser otostrada Vîllat a bajarê Efrînê de sivîlek birîndar bû.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku teqemeniyek bi otomobîleke “santafê” ya nûçegihanê kenala Cezîrê ya Qeterê de bi navê “Qûsey El-Ehmed” teqiya ku di encamê de kalemêrek bi sivikî birîndar bû û şêniyan ew rakirin nexweşxaneyê lê zêde otomobîla teqiyayî bi giştî şewitî.
Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku bûyereke wiha beriya demekê bi bi nûçegihanê Cezîre re çêbûbû ku tirimpêla wî hatibû mayînkirin. Lê wê demê tiştek pê nehat û ti alî jî hewldana kuştinê ya binkeftî li xwe negirt.