AFRINPOST-Taybet
Di her werzeke çandiniyê de bûyerên wek êrîşa li ser şêniyan û talaniya berhemên wan dubare dibin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî milîsên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ebû Mehmûd” naskirî ye û sermilîsê “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” e, li gundê Mamila yê Raco rê li ber jina Kurd Fatme Zinkî û birayê wê Mistefa girt. Çekdar ji wan re gotinên pîs gotin û ji ber ku Fatmê berhema xwe ya simaqê nefirot bazirganê çekdaran li gund ku li bajarokê Badîna firotibû, gefa kuştinê lê xwar û wiha nûçegihan dewam kir;
Çekdar ji jinê re got: “Eger tu simaqa xwe nifiroşe me, em ê te bikujin.”
Têkildarî kirîn û firotina berhemên simaqê, milîsên dagirkeriya Tirkî li vê dawiyê giştînameyek derxist û li ser hemû şêniyên gundên bakurê navçeya Cindirêsê ji Aşkana Xerbî heta bi gundê Çolaqa belav kir ku li gorî wê giştînameyê çênabe ku ti cotkarek berhema xwe biçine û yê ku li nava zeviyê wî were girtin tê zindanîkirin.