Weqfa Diyaneta Tirkî li Efrînê garajekê dike mizgeft

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî siyaseta guhertina çand û nîşaneyên dîrokî yên herêma Efrînê berdewam dike.

Her wiha bêtir navendên bîrdozî yên tundraw di bin navê olê de ava dike. Ew lezê didin avakirina mizgeftan da ku siyaseta xwe bi rêk û pêk li herêma Efrînê ya dagirkirî bimeşîne.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku Weqfa Diyaneta Tirkî garaja “Qura Xerbî” ku li jêrî Berîd(post) beramberî şûştgeha “Imûrî” dikeve, li kolana Cindirêsê ku ji bo xizmeta şêniyan hatibû veqetandin, desteser kir.

Nûçegihan da zanîn ku desthilatên dagirkeriyê dest bi hilweşandina garajê kir da ku li şûna wê mizgeftekê ava bikin.

Tê zanîn ku mizgefta “Ebû Bekir El-Sedîq” zêde ne dûrî herêma ku wê mizgefta nû lê were avakirin ku li aliyê qada Azadî ye.

Related posts