7 gund li Mabetayê êş û azarên nebûna avê dikişînin

AFRINPOST-Taybet

Hêjî 7 gundên navçeya Mabetayê di dabînkirina avê de pirsgirêkan dikişînin. Sedema wê yekê jî ku amûr û tiştên di hundirê stasyona avê ya ku dide wan gundan hatiye dizîn û li sûkan hatiye firotin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên xwe ragihand ku sedemên sekinandina avê li ser 7 gundên navçeya Mabetayê ya gundewarê Efrînê, ew e ku 2 çekdaran ji milîsên “Sultan Mûrad” û “El-Hemzat” alavên stasyona avê dizîn û ji xwe re firotin.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji beriya salekê ve alavên stasyonê hatine dizîn. Yê bi navê “Ebû Ibrahîm” ji milîsên “Sultan Mûrad” û “Ebû Newaf” ji milîsên “El-Hemzat” jeneratorê elektirîkê û alavên têvedana avê wek avnoqik û pêkhateyên wê dizîn.

Gundên ku ava xwe ji vê stasyonê digirtin ev in; Eyn Hecer Kebîr, Eyn Hecer Sexîr, Kokana Jorîn, Kokana Jêrîn, Omo, Dargirê û Cûqê. Niha ev gund xwe disipêrin ava baranê.

Nûçegihan axaftina şêniyekî van gundên bibîrxistî parve kir ku wiha dibêje:

“Niha dagirkeriya Tirkî û milîsên wê propagandaya dabînkirina avê dikin. Tevî ku wan bi xwe stasyon xera kir, lê teqez wê bacan li ser me bisepînin.”

Nûçegihan piştrast kir ku her du çekdaran bi navê “Ebû Ibrahîm” û “Ebû Newaf” di 2 operasyonê ji hev cuda yên ku Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) pêk anîn de hatin kuştin.

Related posts