Milîsên “El-Hemzat” bi hinek rojnamevanan rapora Afrinpostê ya binpêkirinên li gundê Kokebê derew dike

AFRINPOST-Taybet

Roja Sêşemê karwanekî leşkerî bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Ela” sermilîsê “Firqeya El-Hemze” li gel komeke rojnamevan serdana gundê Kokebê yê navçeya Mabetayê kirin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê ev serdana di çarçoveya derewandina rapora ku Afrinpostê derbarê binpêkirinên ku li gund tên kirin û veşartina rastiyên heyî de tê.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de ragihand ku sermilîsê “El-Hemzat” bi xwe re hinek rojnamevan ji Efrînê anîn gundê Kokebê û li gel hejmareke şêniyên gund hevpeyvîn pêk anîn û wiha dewam kir;

Rojnamevanan daxwaz ji şêniyan kir ku bibêjin rapora Afrinpostê derew e û bacên ku li ser wan ji aliyê çekdaran ve hatine sepandin, ji bo sermilîs “Ebû Sultan” diyarî ne.

Related posts