AFRINPOST-Taybet
Çekdarên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr li Efrîna dagirkirî di desteserkirina zeviyên Efrîniyan de bêyî ku ti kes hesab jê bixwazin, berdewam in.
Di vê derbarê de çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re ragihandin ku şivanekî niştedagîr hewl dide ji xwe re malekê li nava zeviyê zeytûnan a koçberekî tevî ku şêniyên gund û birayên wî yên ji aliyê “Feyleq El-Şam” ve wekilandî ne, ew red kir, lê di avakirinê de berdewam e.
Zeviyê zeytûnan ê koçberê bi navê Ebû Kawa ji malbata Soro Edamî ye. Zevî li xaçerêya gundê Edama yê navçeya Raco dikeve.
Çavkaniyan wiha dewam kir; niştedagîr materyalên avakirinê ji kelbîç, çîmento û tiştên din anîne nava zevî.
Xwediyên zevî ji bo vê mijarê berê xwe dan sermilîsê bi navê “Ebû Îslam” û gilî li niştedagîr vekir. Lê belê sermilîs jê re got ku mal demkî ye û kengî xwediyê zevî xwest, dikare ji nava erdê xwe derxe.
Şêniyên gund ditirsin ku niştedagîrên din jî mîna şivanê niştedagîr biçin malan li nava zeviyê zeytûnan ava bikin ku wê demê zehmet dibe wan ji nû ve ji nava zevî derxin û wê zevî desteser bikin.