Li Raco kurdek piştî 3 sal û nîvan ji revandinê hat berdan

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost roja Duşemê çavdêrî li binçavkirina şêniyekî Kurd li navçeya Racoyê ji aliyê desthilatên dagirkeriya Tirkî kir. Li aliyekî din kurdekî din piştî 39 mehan ji revandinê hat berdan.

Hûrgiliyên Bûyerê:

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî, 3`ê Tîrmeha 2021 şêniyekî Kurd bi navê Kemal Cafer Mihemed ji pêşiya mala wî li gundê Etmana yê navçeya Racoyê revand. Piştre ew radestî milîsên “polîsên leşkerî” li navenda navçeyê kirin, lê nehat zanîn ku tawana li ser hatiye girtin çi bû ku ta roja Îro çarenûsa wî ne diyar e.

Li aliyekî din, desthilatên dagirkeriya Tirkî Kurdek bi navê Luqman Elî Hebeş (42 salî) piştî 3 sal û nîvan ji revandinê, beramberî 4000$ hat berdan.

Şênî Luqman ji bajarê Cindirêsê ye, zewicî û xwediyê 4 zarokan e. Istixbarata Tirkî 20`ê Adara 2018 di rojên pêşîn de dema ku ji Efrînê vedigerî mala xwe li Cindirêsê hat binçavkirin.

Related posts