Li Cindirêsê milîsên dagirkeriyê çinîna berhemên simaqê qedexe dikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Ixwanî bi dizîna berhema simaqê ya şêniyên Efrînê sînordar neman, her wiha çinîna wê jî qedexe dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên dagirkeriya Tirkî li navçeya Cindirêsê giştînameyek derxist ku çênabe şênî berhemên simaqê biçinin û yê ku biryarê bin pê bike, dikeve zîndanê.

Biryara milîsan li ser navçeya Cindirêsê ji gundê Aşka rojava heta gundê Çûlaqa derbasdar e ku şêniyên van gundan çênabe berhemên simaqê biçinin û eger yek di nava erd de were girtin, wê were zîndanîkirin.

Li gorî çavdêran biryar weke destpêka desteserkirina darên simaqê yên şêniyan de ye. Ji ber ku milîs erd û mal û milkên Efrîniyan ji xwe re weke xenîme dibînin.

Tê zanîn ku berhema simaqê ji bo şêniyên Efrînê yek ji jêdera sereke ya debara jiyanê ye. Her kîloyeke simaq bi 7000 lîreyên Sûrî li sûkên Efrînê tê firotin.

Girêdayî dizîna simaqê, çavkaniyên xwecihî bi bîr xist ku berhemên simaqê ya hejmareke şêniyên gundê Gewanda(gundek ji gundên Meydana ye) hatin dizîn û piştre dizan şiqinên daran şikandin. Şêniyên ku berhemên wan hatine dizîn ev;

  • Cemîl Menla Nasan
  • Şêxmûs Elî Emîn
  • Hesen Şêx Ibrahîm
  • Hisên Mihemed Seydo

Related posts