AFRINPOST-Taybet
Di çarçoveya çespandina hebûna Turkmenî û Turk-kirina herêma Efrîna dagirkirî de, ofîseke partiyeke Turkmenî ya nû li bajarê Efrînê hat vekirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî ofîseke din bi navê “Tevgera Niştîmanî ya Turkmenî li Xusin Zeytûn” vekir.
Ofîs li hemberî deberjêriya “Celût” li nêzîkî pira duyemîn li naverasta bajarê Efrînê ye.
Ji Tebaxa 2018`an ve Turkmenan sazî û rêxistinên wek “Tecemu Şebab Turkmenên Sûriyê” damezirand ku li gundê Kurzêlê yê Efrînê peymangeheke olî bi navê Peymangeha “Fetih Mûbîn” vekir. Rêxistina “Tecemu” dîmenên vekirina peymangehê li ser rûpela xwe ya elektronîk belav kir ku tê de zarokan rahiştibûn durişmeyan û ayetên Quranê dixwendin. Her wiha navendeke bi navê “Meclisa Bilind a Turkmenên Sûriyê” li bajarê Efrînê hat vekirin. Lê zêde hinek rêxistin di bin navê “Hawarçûnê” de ji bo handana Turkmenan li ser niştedagîriyê dixebitin.