AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 6`ê Tîrmehê malbateke Kurd ji mala wê li gundê Qijûma yê navçeya Mabetayê bi bihaneya ku lawekî wan alîgirê Rêveberiya Xweser e û niha li Şehbayê dimîne.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên ku gundê Qijûma dagir kiriye, şêniyê bi navê Hîkmet Werdê û malbata wî ji mala wan di bin gefa çekê û kuştinê de derxistin û piştre mal û navmalî desteser kirin.
Nûçegihan diyar kir ku malbata Hîkmet Werdê di mala kurî wî Ciwan de dijîn û wiha dewam kir; Ciwan Hîkmet Werdê bi alîgirtiya bi Rêveberiya Xweser re hatiye tawanbarkirin, milîsan jî bi vê bihaneyê bavê wî pev malbatê qewitandin.
Li gorî çavdêran milîsên Ixwanî û niştedagîran 60% ji mal û milkên şêniyên herêma Efrînê wek zevî, baxçe, mal û xanîberî desteser kirine.