Çekdaran 75 darên zeytûnê li gundê Qurnê yê Efrînê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî beriya derdora hefteyekê bi dehan ji darên zeytûnê li dorhêla navçeya Bilbilê yê gundewarê Efrînê.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ku piraniya çekdarên wê ji bajarokê Heyanê yê gundewarê Helebê, 75 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd Mihemed Remedan ji şêniyên gundê Qurnê birîn da ku bazirganiyê bi êzingên wan bikin.

Binpêkirinên Berê Derheqê Şêniyên Gund De:

Berfanbara 2018`an, çekdarekî milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî, roja Înê piştî nîvro şêniyekî Kurd kuşt û kesekî din li pêşiya guvaştgehê birîndar kir.

Çavkaniyeke xwecihî li gundewarê Efrînê ragihand ku çekdarekî bêserûber gule li cotkarên Kurd ku li pêşiya guvaştgeha gundê Qestel Miqdad li navçeya Bilbilê ji bo guvaştina zeytûnan kom bûbûn, reşandin. Di encama wê de xwediyê guvaştgehê Mihemed Reşîd Zîngil ji şêniyên gundê Qurnê birîndar bû û yekî din jî birîndar bû.

Çavkaniyê wê çaxê diyar kir ku pêşî çekdar gule avêtin. Piştre rahişt kilaşînkovê û bê sedem li şêniyên pêşiya guvaştgehê reşandin  

Related posts