Çekdar û xwediyên wan şêniyên gundê Kokanê tengav dikin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî bi her awayî bi rêya komên xwe yên çekdar ên cuda, jiyanê li Kurdên Efrînê yên ku li ser mal û milkên xwe mane, tengav dikin.

Milîsên dagirkeriyê bi armanca birçîkirin û piştre koçberkirina Kurdan ji Efrînê, bacan li ser wan disepînin û berhemên wan ên çandiniyê didizin û talan dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Firqeya El-Hemze” roja Şemiyê şêniyên gundê Kokanê yê navçeya Mabetayê li mala hilbijardeyê gund ango mixtar kom kirin û ji wan re gotin ku li beramberî parastina zeviyên wan ên zeytûnê, bac werin dayîn.

Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku sermilîsê bi navê “Ebû Sultan” li gund bac li ser şêniyan di navbera 200-500 lîreyên Tirkî bi bihaneya parastina zeviyên wan ên zeytûnan sepand.

Tevî ku şêniyên gund ji ber debara jiyanê ya zehmet, bacên milîsan red kirin, milîsan guh nedan wan û gotin dema ji bo dayînê bacê hatiye veqetandin roja Yekşemê bi dawî dibe.

Birîna Darên Zeytûnê û Çêrandina Bêserûber:

Ji aliyekî din ve çekdarên milîsan û xwediyên wan ên niştedagîr bêserûber darên zeytûnê dibirin ku hem ji bo germkirinê û hem jî ji bo bazirganiyê. Her wiha şivanên niştedagîr bi serbestî pezê xwe li nava zevî û erdên şêniyên gund diçêrînin û zirareke mezin digihînin daran.

Nûçegihan diyar kir ku niştedagîran bi dehan ji darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Hec Reşîd birîn.

Related posts