AFRINPOST-Taybet
Dizîna avê yan şerê avê qonaxeke din a şerê ku Enqere li dijî Sûriyan bi kar tîne, ye. Bikaranîna avê weke çek li dijî şêniyên deverê gefê li jiyana welatiyên Sûrî dixwe û zirareke mezin digihîne çandiniyê.
Di vê çarçoveyê de desthilatên dagirkeriya Tirkî ji roja Şemiyê ve 3`ê Tîrmehê 2021 deriyên bendava Meydankê bi qasî 20 CM vekir da ku av derbasî bendava Rîhaniyê ya li eyaleta Hatayê bibe.
Nûçegihan da zanîn ku desthilatên Tirkiyê dixwazin bi derdora 32milyon M3 bendava Rîhaniyê tijî bike.
Sala borî dagirkeriya Tirkî derdora 75 milyon M3 ji ava gola Meydankê ango 40% ji ava golê dizî.