AFRINPOST-Taybet
Şêniyên Efrînê ji bo dabînkirina pêwîstiyên jiyanî neçar dibin berê xwe bidin bajarê Ezazê. Ji ber ku bajarê Ezazê deriyê xwe bi Tirkiyê re vekiriye û çûn û hatina kelûpelan serbest û domdar e, li sûka bajêr her pêwîstiyeke jiyanî heye. Lê belê şênî li ser rêya Ezazê rûbirû bi revandin û binçavkirinê re dimînin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku peywendiya bi şêniyekî Efrînî bi navê Fehid Elewî qut bûye ku dikaneke wî ya firotina kelûpelan û noqikên avê li ser rêya Turindê ya Efrînê heye.
Şênî Fehid dema ku berê xwe dabû bajarê Babê yê dagirkirî, şopa wî wenda bû. Li gorî zanyariyan, ew li ser rêbenda milîsên dagirkeriya Tirkî li têketina bajarê Babê hatiye binçavkirin.
Bûyerên revandinê yê şêniyên Efrînê li ser rêyên Ezaz û Babê têne dubarekirin. Kesên ku tên binçavkirin, bê tawan in ku armanca sereke ku pereyan ji piştî girtin û revandinê bi dest bixin.