AFRINPOST-Taybet
Komeke çekdarên rûgirtî roja Yekşemê 4`ê Tîrmehê 2021 êrîşî cotkarekî dema li nava zeviyê xwe yê zeytûnan dixebitî, kir. Zeviyê cotkar li dorhêla gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê dikeve. Çekdaran li wî da, pere jê standin, piştre ew girêda û çavên wî girtin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku hinek çekdaran êrîşî şêniyê Kurd Şaban Mihemed Reşkor ji gundê Xelîlaka dema ku li nava zeviyê xwe kar dikir, kir.
Nûçegihan destnîşan kir ku çekdaran ew şeland, motorsikletê wî desteser kir û ew çavgirtî li nava erdê zeytûnan hişt.
Heman bûyer Pêncşema borî jî, 1`ê Tîrmehê 2021 rû da. Wê rojê komeke çekdarên dagirkeriya Tirkî rê li ber otobûsa endamên meclisa xwecihî ya navçeya Racoyê girt, li wan dan, şelandin û yek ji wan revand.