“El-Emşat” di bin navê rakirina wekîltiyê, li Kaxirê bacan disepînin

AFRINPOST-Taybet

“Afrinpost” ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Sultan Silêman Şah /El-Emşat/” ku “Ebû Emşe” sermilîsê wan e, di bin navê betalkirina wekîltiyên hiqûqî û desteserkirina wan bi giştî, bacên darayî li ser zeviyên zeytûnan ên koçberên gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê, sepandin.

Milîsan şêniyên gundê Kaxirê yên ku zeviyên zeytûnan ên xizmên xwe yên koçber bi rêve dibin, agahdar kirin ku li gorî wekîltiyên ji hêla meclisa xwecihî ya navçeyê ve hatine derxistin, divê ji bo her darekê 4$ Amerîkî bidin da ku destûrê bidin wan ku xwedî li zeviyên nasên xwe derkevin û berhemên wan biçinin û eger şênî bacan nedin, wê wekîltiya wan betal bikin û wan zeviyan bi giştî desteser bikin.

Related posts