Çekdarine rûgirtî li Raco li karmendên meclisa xwecihî dan û yek revand

AFRINPOST-Taybet

Komeke çekdar a dagirkeriya Tirkî, roja Pêncşema borî, 1`ê Tîrmeha 2021 li navçeya Racoyê rê li ber endam û karmendên meclisa xwecihî girt. Piştre êrîşî wan kirin, pere û telefonên wan ji wan standin û yek revand.

Hûrgiliyên bûyerê wiha ye:

Otobûseke meclisa Racoyê ya xwecihî piştî ku saetên kar ên endam û karmendên meclisê qediyan, rahişt wan da ku li gundên wan belav bike.

Lê belê bi rê de çekdarine rûgirtî( hejmar 4) rê li ber otobusê girt. Ew ji otobusê daxistin, li wan dan û gotinên pîs ji wan re gotin. Piştre pere û telefonên wan ji wan standin û şêniyekî Kurd bi navê Hesen Mihemed Xelîl ji şêniyên gundê Berbenê ku serokê meclisê û berpirsê beşa mixtaran e, girt û birin cihekî ne diyar. Piştî revandina wî bi çend saetan ew li nava baxçeyekî berda.

Related posts