AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî bûyerên şantajkirin û talankirinê dewam dikin.
Milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî bi tawanên çêkirî û ne rast kurdan şantaj dikin û dişelînin. Di heman demê de mekanîzmaya qanûnî ya dayîna tawanbaran tune û tevlihevî serwer e.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarê bi navê “Ebû Sultan” ku sermilîsekî”El-Hemzat” yên dagirkeriya Tirkî, 2 şêniyên Kurd, Cemal Ebdo û Ehmed Hesen, ji gundê Kokanê yê navçeya Mabetayê şantaj kirin û 2000000 Lîreyên Sûrî ji wan standin.
Hûrgiliyên Bûyerê Wisa Ne:
Çekdarê bi navê “Ebû Sultan” çend roj berê hat cem her du xortan, Cemal û Ehmed. Çekdar ew bi veşartina çekan li herêma di navbera devera gundê Kokanê û Cûqê de tawabar kirin.
Tevî ku her du xortan tawan red kir lê çekdar gef li wan xwar ku wê tawanê li ser wan tesbît bike. Çekdar “Ebû Sultan” pergala ewlehiyê ya ku dagirkeriya Tirkî li Efrînê dimeşîne ku destûrê dide girtina her şêniyekî Kurd yên gumanbar li dijî wan bi kar anî û got: “Ez ê çavên xwe li ser tawana ku dê we bavêje zîndanê, bi şertê ku her yek ji we 1000000 lîreyên Sûrî bidin min, bigirim.”
Çavkaniyekê ji gund ji “Afrinpostê” re got ku yê bi navê “Ebû Sultan” berê jî piştî ku herêma Efrînê hat dagirkirin, şantaj bi armanca bidestxistina pereyan pêk anîbû, lewma wî gundî, pîr û kal kom kirin, û hinek wêne şanî wan kirin û wiha got: “Ev wêne danûstandinên we bi Rêvebiriya Xweser re îsbat bikin, ez ê we nekim zindanê, lê dive hûn pereyan bidin min.”
Li gorî çavkaniyan “Ebû Sultan” bi van tawanên çêkirî gelek pere ji şêniyên gund standin.