AFRINPOST-Taybet
Niştedagîr û çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî bê navber diziya mal û milkên şêniyan li dewam dike.
Milîs bi rêya dizî û talaniyê dixwazin debara jiyanê ya Kurdan tengav bikin ku di encamê de, Efrîniyên mayî jî, bi darê zorê koçber bikin û li şûna wan penaberên Sûrî yên ku dagirkeriya Tirkî ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, li Efrînê bi cî bikin.
Milîs bi bihaneya ku wan herêm rizgar kiriye ku ji mafê wan e destê xwe deynin ser her tiştî ango helalên wan in. Ji ber vê yekê bi rengekî aşkere berhemên çandiniyê yên Kurdên Efrînî didizin û talan dikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîran werza simaqê yê zeviyê Kurdekî bi navê Merwan Ebdo ji gundê Kokanê dizî.
Nûçegihan bi bîr xist ku Merwan û jina xwe beriya çend rojan çûn nava erdê xwe da ku berhema simaqê biçinin, lê ew rastî jineke niştedagîr hatin ku simaq diçinî. Wan ji jina niştedagîr xwest ku ji nava erd derkeve, lê belê wê bersiv da û wiha got: “Ev darên simaqê yên me ne, divê hûn ji nava erd derkevin.”
Di heman çarçoveyê de bûyereke wek wê li cihekî din rû da. Çavkaniyeke xwecihî ji Afrinpostê re ragihand ku li navçeya Mabeta 2 niştedagîran(nehatin naskirin) êrîşî şêniyekî Kurd û jina wî kirin û simaqa ku ji daran çinîbûn, ji wan standin.
Bûyerên bi vî rengî wek dizî û êrîşa li ser xwediyên erdan bi berdewamî di her werzeke çandiniyê de(zeytûn, behîv, simaq, pelên tirî û hwd) dubare dibin û axaftina jina niştedagîr ji her duyan re kiriye, li ser zimanê her niştedagîrekî/ekê ye.
Girêdayî wê, şivanine niştedagîr ji bajarê Helebê, dema ku li bajarokê Meydankê yê navçeya Şera, êrîşî şêniyê bi navê Elî Mihemed Ehmed bi nasnav “Elîkî” 74 salî kir, jê re wiha gotin: “Me ev erd rizgar kiriye û yê me ye.”
Wan her sê şivanan bi çov û boksan bi giranî li Elî Ehmed dan ku piştre rakirin nexweşxaneyê, lê bi rê de jiyana xwe ji dest da.
Bûyerên dizîna berhemên simaqê her dubare dibin. Yek ji qurbaniyên ku ji ber erdê xwe yê simaqê de şehîd bûye, şêniyê bi navê Ismaîl Elo Ismaîl e. Wî 20`ê Tîrmeha 2020 berê xwe da zeviyê da ku simaqê bicine. Û tevî ku rêkarên tên xwestin û destûra çinîna berhemê ji gel milîsan wergirtibû, nikarî simaqa xwe biçiniya. Ji ber ku dema gihîşt nava zeviyê xwe dît ku komeke çekdar simaqê diçinin, bi wan re pev çû. Çekdaran li wî da û gefa kuştinê li wî xwar û ji nava erd qewitandin. Şênî Îsmaîl nikarî xwe li hemberî vê bûyerê rabigirta û di rêya vegerê de berî ku bigihîne Efrînê ji dilşewatiyê re jiyana xwe ji dest da.