Milîsan 2 zarok ji gundê Gewrika Jêrîn yê Efrînê revandin

AFRINPOST-Taybet

Ji beriya derdora hefteyekê milîsên dagirkeriya Tirkî 2 Kurd bi tawana peywendiya li gel hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) revandin û birin cihekî nediyar.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de ragihand ku milîsên dagirkeriyê bi ser mala şênî Şukirî Aslan Mihemed ji gundê Gewrika Jêrîn ê navçeya Mabetayê de girt.

Milîsan bi şêwazekî hişk û nexweş li mala wî venêrîn, û navmalî şikandin. Piştre du kurên wî yên temenbiçûk bi nav Ciwan 15 salî û Ferhad 13 salî revandin û birin cihekî veşartî.

Li herêma Efrîna dagirkirî êdî revandina zarokan bûye armanca milîsan da ku Efrîniyên mayî tengav bikin û bidin koçberkirin û ji aliyekî din ve pereyan beramberî berdana wan ji xwediyên wan bistînin.

Çavkaniyan da zanîn ku her du zarokên revandî ji bo bi malbata xwe re di warê madî de bibin alîkar, di werşeyeke  dirûtinê de dixebitîn û wiha dewam kir;

Milîsan dîtin ku rewşa Şukirî ya madî xweş bûye, kurên wî revandin da ku fidyeyên malî beramberî berdana wan bistînin.

Related posts