AFRINPOST-Taybet
Milîsên “El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî, mixtarên gundên bi ser bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê ve agahdar kirin ku statistîkên giştî ji zevî û erdên çandiniyê yên koçberên wan gundan re çêkin da ku desteser bikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsan mixtarên gundê Maratê, Gazê, Keferdelê Jorîn, Keferdelê Jêrîn agahdar kirin ku statistîkan ji milkên koçberan re çêkin da ku wan bi gitşî desteser bikin û sîstema wekîltiyê ku êdî nema kes dikare zeviyên zeytûnan biçine, rakin.
Nûçegihan da zanîn ku mixtaran dest bi agahdarkirina şêniyan kirine ku wê milîsên “El-Hemzat” bi serkêşiya yê bi navê “Mutez Abdullah”, erdên çandiniyê yên koçberên Efrînê desteser bikin ji ber ku milîs mal û milkên wan ji xwe re weke xenîmeyên şer dihesibînin.
Tê zanîn ku milîsên “El-Hemzat” di werzên berê de bacên mezin li ser wekîlên koçberan da ku li şûna wan xwedî li erdê wan derkevin, sepandin. Nirxê bacan di salên borî de gihîşt derdora 10 $ li ser her darekê lê zêde meclisên xwecihî jî bac bi rêjeya 15% li ser berhema şêniyan sepand.