AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî, şênî rû bi rû bi metirsiya mayînên ku milîsan çandine re dimînin.
Herî dawî şivanekî Kurd vê sibehê li herêma di navbera gundê Basilê û Aqbê pêlî mayînekê kir û bi giranî birîndar bû.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Duşemê 28`ê Pûşberê 2021 mayînek bi şivanekî Kurd de bi navê Mîrzan Xelîl Hemkalo de dema ku pezê xwe li navbera Basilê û Aqîbê de diçêrand, teqiya û bi giranî birîndar bû.
Mîrzan ji gundê Kurzêlê ye, lê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê dijî.