AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwanî bi bihaneyên cuda cuda hewl didin ku Kurdan birevînin, piştre malbatên girtiyan şantaj dikin û pereyan beramberî berdanê ji wan bistînin.
Li gundê Kokana yê Mabetayê milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” şêniyekî Kurd ji ber ku wêneyek ji mala xalê xwe yê koçber re kişand, ew revand.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li gundewarê Efrînê ragihand ku milîsan xortê bi navê Egîd Mihemed ê (20 salî) ji gundê Kokanê yê navçeya Mabetayê, beriya derdora meh û nîvekî ku berê xwe da gundê Şêx Bila yê navçeya Raco ku dayîka wî ji wir e, revand. Dema ku ew li wir bû, xalê wî yê koçber bi armanca bêrîkirina gund, ji wî xwest ku wêneyekî ji mala wî re bikişîne û wiha nûçegihan dewam kir; Egîd nizanî ku navendeke milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li kêleka mala xalê wî ye. Dema ku wêne girt, milîs pê hesiyan û derketin ew bi tawana ku wêneyê mala kesekî girêdayî rêxistinê ye, girt.
Milîsên Ixwanî dibînin ku her kesê ji Efrînê koçber bûye girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) e.
Girêdayî revandina xort nûçegihan li ser zimanê şêniyekî gundê Kokanê ragihand ku xort Egîd 17 rojan li ba milîsan girtî bû. Û ji ber ku ew nexweş bû di şert û mercên zehmet re derbas bû. Piştî ku malbata wî fidye 1000 Lîreyên Tirkî da milîsan, hat berdan. Lê çekdaran telefona wî ya ku desteser kiribû jê re venegerand.