AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî şeva Şemî/Yekşemê mezintirîn baregeha leşkerî ya Tirkî li bajarokê Dabiq ê gundewarê Helebê topbaran kir.
Hêzên dagirkeriya Tirkî gundê Sed, Simoqe, Um Qura û Hesiya ku tijî şênî ne, bi dijwarî topbaran kiribû. Piştre hêzên rizgariya Efrînê bersiva topbarana Tirkî da.
Ji aliyê xwe ve jî hêzên rizgariya Efrînê bi topavêj û guleyan deverên ku hêzên dagirkeriyê û milîsên “Ceyş El-Wetenî” ku li bajarê Marê bi cî bûne, armanc girtin.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku hêzên rêjîma Sûrî mûşek li dorhêla baregeha Tirkî li gundê Dabiq barandin. Di encamê de hejmareke malên li dorhêla baregehê zirar dîtin.
Ev topbaran piştî ku hêzên dagirkeriya Tirkî deverên rêjîma Sûrî li gundê Um Qura yê Şehbayê topbaran kir, hat.