AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyên Afrinpostê yên li nava milîsan ragihandin ku li dawiya hefteya borî, komeke çekdar ji milîsên “Melikşah” ên dagirkeriya Tirkî veqetî.
Çavkaniyan dan zanîn ku koma çekdar ku “Erabe Idrîs” serçekdarê wê ye, ji nava milîsên “Melikşah” ji ber ku sermilîsên “Melikşah” di mijara mûçeyan de hemû çekdaran wek hev nagirin, veqetî û wiha dewam kir;
Çekdaqrên Ereb ji 4 mehan ve mûçeyên wan bilind nebûne, lê belê çekdarên Turkmen mûçeyên xwe bi rêkûpêk dibin.
Li Efrînê Tansiyona Di Navbera Komên Çekdar De:
Girêdayî heman çarçoveyê, hêjî tansiyon di navbera milîsên “Sultan Mûrad” û “Ceyş El-Îslam” de li bajarê Efrînê ji duh bi şev ve û ta îro, li ser mafdariya desteserkirina malên Efrîniyan dewam e.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Afrinpostê bi dest xistine ku milîsên “Sultan Mûrad” hewl didin ku malbatên bi ser “Ceyş El-Îslam” ve ji malên ku dagir kirine li dorhêla peredanka bazirganî li taxa Efrîna kevn biqewitînin û bihane jî ew ku endamên wan malbatan bazirganî û propagandaya madeyên hişbirê dikin.
Milîsên “polîsên leşkerî” hefteya borî koma çekdar ya sermilîs “Ebû Xêr El-Xûtanî” ya milîsên “Ceyş El-Îslam” ji ber ku dizî û bazirganiya madeyên hişbirê dikir, bin çav kir. Lê piştî çend rojan beramberî 10000$ ji “polîsên leşkerî” re hatin berdan.