Desthilatên dagirkeriya Tirkî bi fidyeyên malî 5 Efrînî berdan

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî 5 şêniyên Efrînî di nav de yekî ereb piştî demekê di zîndanên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê de man, berdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî şêniyê bi nave Abdullah Esrî ji şêniyên Efrînê ku ji pêkhateya Ereb e û li taxa Efrîna kevn dijî, piştî 3 salan di zîndanê de ji wan bêtirî 2 salan di zîndana Raî ya navxerab de ma, ew derbasî zîndana Maratê ya navendî kir û piştre berdan.

Her wiha desthilatên dagirkeriyê şêniyê Kurd bi navê Şivan Mihemed ji şêniyên gundê Hec Qasimo piştî ku fidyeyeke malî 1000$ da, berdan.

Her wiha şêniyê Kurd bi navê Ehmed Îbrahîm ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê jî piştî ku fidyeyeke malî 1500 lîreyên Tirkî da dadgehê û 10 roj zîndan hat berdan.

Ji zîndana milîsên polîsên leşkerî ya di dibistana Tîcare ya bajarê Efrîna dagirkirî de, beriya du hefteyan şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Mistefa Mihemed 57 salî ku bi navê Cincelî tê naskirin ji şêniyên gundê Çençaliya yê navçeya Raco piştî 3 mehan ji binçavkirinê  û dayîna 3500 lîreyên Tirkî hat berdan.

Related posts