Çalakvaneke sivîl li ser çarenûsa windahiyan bi komîteya navdewletî re dibe alîkar

AFRINPOST-Taybet

Çalakvaneke civaka sivîl li gel komîteya karûbarên windahiyan a navdewletî hewl dide çarenûsa welatiyên Sûrî yên wenda aşkere bike û bang li her kesê ku çi agahî li ba wî li ser windahiyan hene pêşkêşî wê bike da ku li çarenûsa wî bigerin.

Çalakvana di civaka sivîl de Solîn Oso bi hevkariya li gel komîteya karûbarên windahiyan a navdewletî destpêşxêriyek bi rêxistin kir da ku çarenûsa bi hezaran ji windahiyên Sûrî yên di nava 10 salan de, xuya bikin û wiha dibêje: “Komîte agahiyên kesên winda çi li Sûriyê û çi jî li Tirkiyê kom dike.”

Solîn Oso destnîşan dike ku ew bi rêya çalakiyên xwe yên dilxwaziyê hewl dide alîkariya kesên din bike û wiha ji Afrinpostê re da zanîn: “Ji ber vê yekê ez bi her awayî hewl didim li gel malbatên kesên winda peywendiyê bikim da ku ji wan re her tiştê girêdayî komîteya karûbarên windahiyan a navdewletî “ICMP” şîrove bikim” û wiha dewam kir:

Komîteya navdewletî li Almanya û Holenda di bin durişmeya ” Di nebûna wan de li ser kesên winda agahiyan bide” weke handenekê ji malbatên Sûrî re ku yên nasên xwe wenda kirine, komîteyê agahdar bikin û bi wan re bibin alîkar.

Tê zanîn ku bi dehan ji welatiyên Sûrî û bi taybet ji şêniyên Efrînê di zîndanên Tirkiyê de girtî ne, lê zêde Tirkiyê peymanên navdewletî ya rê nade ku dewletek welatiyên ji dewletên cîran bigire, bin pê kiriye.

Tirkiyê û milîsên wê ji 2018`an ve bi hezaran ji sivîlên Efrînê di zîndanên ku li Sûriyê ava kirine, bin çav kirine ku çarenûsa bi dehan ji wan ne diyar e. Lê zêde bi dehan ji sivîlan di zîndanên dagirkeriya Tirkî de di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û hêjî termên wan negihîştine xwediyên wan.

Related posts