Jineke Kurd bi armanca dizîna organên laşê wê di nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê de kuştin

AFRINPOST-Taybet

Jineke Kurd 6`ê Hezîranê 2021 di nava şert û mercên nediyar de li nexweşxaneya ş. Ferzende ya leşkerî li bajarê Efrînê hat kuştin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyê xwe agahdar bû ku jina Kurd Meryem a 36 salî, 5`ê Hezîranê berê xwe da nexweşxaneyê da ku niştergeriya organên mîzê de çêke, lê piştî nîv saetekê ragihandin ku ew di bin niştergeriyê de mir û roja di pey wê re termê wê radestî malbata wê kir ku li goristana gundê Çeqmaqa veşartin.

Hevserê wê Esed Ukaş Xelîl ji şêniyên Çeqmaqa Mezin e, hêjî di zîndanê de ye.

Hinek çavkaniyan ji hundirê nexweşxaneyê ji Afrinpostê re piştrast kir ku kadroyên nexweşxaneyê Meryem daxist qata jêrîn ku li wir ekîbekî tenduristiyê yê Tirkî hebû û wiha dewam kirin;

Li wir Meryem kuşt û organên laşê wê dizîn da ku bazirganiyê pê bikin.

Jina Kurd Meryem dayîka 4 zarokan e, mêrê wê ji Tebaxa 2018`an ve girtî ye. Desthilatên dagirkeriyê piştî ku ew bi tawana ku berê danûstandin li gel Rêveberiya Xweser dikir, bin çav kirin, 5 sal ceza lê birîn û derbasî zîndanên Tirkiyê kirin.

Related posts