AFRINPOST-Taybet
Di çarçoveya çespandina guhertina demografîk li herêma Efrînê ya dagirkirî de, gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê, bi desteserkirina zeviyên çandiniyê an zeviyên zeytûnan bi zorê an kirîna wan bi bihayên erzan ji hêla firoşkaran ve, rû bi rû bi niştedagîriyê re dimîne.
Ew zevî bi mitroyan tên firotin ku komeleyên Ixwanî jî dest bi avakirina avaniyan dikin.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, 170 darên zeytûnan ji zeviyê şêniyê Kurd Selah Reşîd Mehmûdo ji gundê Kefer Sefrê hatin hilkirin, û êzingên wan hatin firotin, da ku li şûna daran avaniyên niştecihiyê ku bi navê “Al Bîzê” tê naskirin û ew herêm jî dora 2 km li rojhilatê gundê Kefer Sefrê dikeve, û her darek bi 650 $ hat firotin, û kirîyar jî bazirganên ji bajarokê “Qibtan El-Cebel” û “Kefer Naya” li gundewarê rojavayê Helebê bûn.
Zeviyek zeytûnan li ser rêya di navbera gundê Yalanquz û Kefer Sefrê de hate kirîn da ku komeleyeke niştecihiyê were damezirandin. Zevî tê de 200 darên zeytûnê, yên şêniyê bi navê Xelîl Mihemed Hac Abdo û niştecihên ji “Qebtan El-Cebel” û “Kefer Naya” ji wan kirîn, bi alîkariya firoşkarên ji niştecihên “Goran”, bi 100,000 $. (ango, bi bihayê $ 500 $ ji bo darekê), û niha erd wekî tomarên xanîberiyê tên firotin, û bihayê her mitreyekê 15 $.