AFRINPOST-Taybet
Yê bi navê “Yûsif El-Hemûd” ku berdevkê fermî yê milîsên “Ceyş El-Wetenî” yên dagirkeriya Tirkî ye, di paragrafeke deng de ji gotinên xwe ku milîsan bi giranî lê dabû, vegerî.
Yûsif El-Hemûd idîa kir ku bûyera rûdaye, kiryareke kesane ye û diyar kir ku ew çekdarên ku lêdane, ne bi qasî wî karî ne û tenê wan gotinên xerab jê re gotin û negihîşt asta lêdanê.
Ev gotinên wî piştî zextên Tirkî yên bi armanca dawîkirina tansiyona ku li herêmên dagirkeriya Tirkî derketiye, hatin kirin.
El-Hemûd destnîşan kir ku leşkerên Tirk li ba sermilîsên “Ceyş El-Wetenî” destwerdan kirin û rewş bi veguhastina du çekdaran ji darizandina leşkerî re çareser bû û hêvî kir ku hemû saziyên dagirkeriyê li gorî rewşa sazîbûnê tevbigerin. Berdevkê sermilîsan bi gotinên xwe xuya kir ku milîsên “Ceyş El-Wetenî” bi şêweyî çetetiyê tevdigerin.
Yê bi navê El-Hemûd bi dijwarî li ser rêbendeke milîsên “polîsên sivîl” rastî lêdanê hatibû ku bi dengê wî ev yek li ser kenalên ragihandinê yên milîsên Îslamî hat aşkerekirin.
Piştî vê yekê di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî tansiyon derket ku milîsên “El-Mutesim” rêbenda Qos li têketina Efrînê yê rojhilat dorpêç kir.