Koçberên Quneytira li Efrîna dagirkirî tên bicîkirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî koçberên ji gundê “Um Batine” yê gundewarê parêzgeha Quneytira li herêma Efrîna dagirkirî bi cî dike.

Di 21`ê Gulana 2021 de rêjîma Sûrî bi peymana li gel rûspiyên gund “Um Batine”, 30 tundraw pev malbatên wan(derdora 150 kesî) di bin sîwana Rûsya de ber bi herêmên Tirkiyê yên dagirkirî koçber kirin.

Tevî ku milîsên dagirkeriya Tirkî li bakurê Sûriyê razî nebûn ku wan koçberên Quneytirayî pêşwazî bikin, dagirkeriyê ew bi rêya dergeha Xezawiyê yê gundewarê Efrînê, derbasî herêmên “Heyeta Tehrîr El-Şam” li Idlibê kir, lê belê nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku hejmarek ji malbatan li bajarê Efrînê hat bicîkirin.

Nûçegihan da zanîn ku yê bi navê “Bişara” û malbata wî ji parêzgeha Quneytira ne û ew li mala koçberekî Kurd li taxa Eşrefiyê û bi taybet li dorhêla baregeha Tirkî li taxa “Fîl” li herêma milîsên “Ehrar El-Şam”, bi cî kirin.

Nûçegihan ragihand ku beşek ji koçberên Quneytirayê wê li gundê Basûfan û Şadêrê yên Êzdî werin bicîkirin û tê zanîn ku hejmara mezin debase Idlibê, li nava çekdarên “Cebhet El-Nusra” kirin.

Related posts