Çekdar û niştedagîr li Kurdan didin û werza rezan talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr li herêma Efrîna dagirkirî bê navbera êrîşî Kurdan dikin, heqaretê li wan dikin da ku wan koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin û mal û milkên wan desteser bikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanên Afrinpostê gelek rewşên bi vî awayî şopandin û yên herî diyar ev in;

  • Pelên rezên şênî Ebdulrehman Reşîd û Henan Reşîd ji şêniyên gundê Metîna ku 200 mêw e û li nêzîkî gundê Meşele yê navçeya Şera dikevin, hatin talankirin.
  • Niştedagîrinan berhema pelên tirî yên baxçeyê şêniyê Kurd Mihemed Şukirî ji şêniyên bajarokê Raco ku li Efrînê dijî, dizîn. Baxçeyê wî li nêzîkî têketina bajarokê Raco li dorhêla zîndana Race yan jî hepsa Reş dikeve.
  • Xwediyên çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” berhema pelên tirî ji rezê şênî Mistefa Xelîl ji şêniyên bajarokê Mabeta ku li nêzîkî gundê Qenterê dikeve, dizîn.
  • 3 çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” ên Ixwanî 19`ê Gulana 2021, êrîşî şênî Şerîf Hemîd Qenber (50 salî) kir û dema berhema rez li gundê Gawanda û Meydana yê Raco diçinî, bi çov li wî dan. Beriya wê jina wî nehişt ku şivanekî niştedagîr ku bi ser milîsan ve ye, pezê xwe li nava rez biçêrîne û ji nav derxist.
  • Şivanên niştedagîr ji eşîreya El-Muwalî(bi ser milîsên “Feyleq El-Şam” a Ixwanî ve ye) di dîroka 17`ê Gulanê sala 2021, li gundê Eltaniya yê navçeya Raco ji ber ku rê li ber pezê wan girtin, êrşî 3 xortên Kurd kirin.

Related posts