Milîs li ser şêniyên Bilbilê beramberî ku milkên nasên xwe birêve bibin, bacên mehane disepînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwanî li vê dawiyê li ser gelek gundên navçeyên Bilbilê yên gundewarê Efrînê, beramberî ku şênî milk û erdên nasên xwe yên koçber bi rêve bibin, bacên mehane li ser şêniyan sepandin.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê da zanîn ku milîsan şêniyên gundên di bin dagirkeriya wan de wek Elî Begê, Suriya, Heyama, Şerqiya agahdar kirin ku her malbatek 100 Lîreyên Tirkî mehane bidin da ku rê bidin wan ku xwedî li erd û zeviyên nasên xwe derkevin û eger şênî baca mehane nedin, wê milîs wan erd û zeviyan desteser bikin.

Nûçegihan diyar kir ku milîs wê lîsteyeke taybet bi bacên ku dê li ser şêniyên wan gundan bisepînin, derxin ku heta şênî karibin berhemên xwe yên zeytûn, çiloyê rezan û simaqê û ji xeynî wan biçinin.

Related posts