AFRINPOST-Taybet
Piştî 3 salan ji binçavkirina wî, daxwaza barkêşa xwe ya desteserkirî kir, ji ber vê yekê milîsên dagirkeriya Tirkî ji nû ve ew bin çav kir.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku milîsên “Siqûr El-Şam” ji nû ve şêniyekî Kurd roja Çarşemê 12`ê Gulanê 2021, ji ber ku daxwaza vegerandina barkêşa xwe ya desteserkirî kir, bin çav kir û wiha jê re hat gotin;
“Ev barkêş a partiyê bû, eger careke din tu daxwaz bikî, em ê du qatî wê ji te bistînin”.
Milîsên “Siqûr El-Şam” şênî Mihemed Ehmed 45 salî ji şêniyên gundê Qestela Xidiriya ya navçeya Bilbilê, piştî dagirkirina Efrînê, ew bin çav kirin û 3 salan di zîndanê de hiştin.