AFRINPOST-Taybet
Roja Duşemê termê çekdarekî naskirî di milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, li gemargehekê li bajarokê “Meirit El-Numan” ê gundewarê Idlibê hat dîtin.
Hinek çavkaniyan ji Afrinpostê re ragihand ku termê yê bi navê Îbrahîm Hisên Hamid ji bûyînên 1996 ji bajarokê Şemîtiyê yê gundewarê Dêrazorê ye. Ew tevlî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û girê Spî bû.
Çavkaniyan destnîşan kir ku kesên nenas rê li ber wî girtin û 18 caran derbên bi kêrê li wî xistin û di encamê de mir.
Sermilîsê kuştî di dagirkirina Efrînê de di dîmenekî de xuya bû ku çawa li gel milîsên xwe yên “Ehrar El-Şerqiyê” dema çiyayê Parsê Xatûn dagir kirin, şa dibû.