Bazirganiya bi mal û milkên Efrîniyan dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Tora Afrinpostê şopandina rewşên bazirganiya bi mal û milkên Efrîniyan bê navder dewam dike.

Di vê çarçoveyê de herî dawî nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku firotina mal û erdên şêniyên Kurd li Efrînê bi asteke zêde berdewam dike.

Nûçegihan da zanîn ku çekdarên milîsên “El-Şemal” qateke bi giştî ya avaniyekê ya malbata rihmetî Semîr Mihemed ji gundê Qîbarê ku li kêleka çerxerêya “Newroz” dikeve bi 3000$ firot niştedagîrekî ji bajarokê Heyanê.

Her wiha çekdarekî ji milîsên” Rîcal El-Herb” mala şêniyê bi navê Dawûd Zûl Feqar(Şêxemûk) li taxa Eşrefiyê bi 1400$ firot.

Niştedagîrekî ji herêma Qelemûnê ya gundewarê Şamê mala şênî Xalid Mihemed ji Bablîtê bi 700$ firot ku mala wî li cem depoyê avê ya taxa Eşrefiyê dikeve.

Mala şênî Mihemed Melaz Mistefa jî li gel dikaneke biçûk, ji şêniyên gundê Çençeliya ku li taxa Eşrefiyê dikeve bi 1600$ hat firotin.

Çekdarekî ji milîsên “Sultan Mûrad” mala malbata Xerîb ji Nubilê ku li taxa Efrîna Kevn dikeve bi 2500$ firot.

Ji aliyekî din ve jî, kampanya kehrebeyê derdora 85 karker, bi bihaneya ku karê wan demkî ye, ji kar bi dûr xistin. Tevî ku 75% ji kesên ji kar hatine derxistin, ji herêma Efrînê ne(pêkhateya Ereb-Kurd), ev biryar derheqê wan de hat standin.

Related posts