AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Yekşemê, şêniyekî Kurd ji ser karê wî yê di meclisa xwecihî ya bajarê Efrînê ya dagirkeriya Tirkî bin çav kir.
Şênî bi bihaneya ku bombeyek danî hundir gemardankeke qirêjiyê li nêzî avaniya meclisê ku teqiya û birîndar çêbûn, hat binçavkirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku istixbarata Tirkî şêniyê Kurd bi navê Heyder Mihemed bi bihaneya ku bembe xist gemardankê bin çav kir û piştî çend saetan ew berda.
Şêniyê Kurd Heyder Mihemed ji şêniyên gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê ye, ew di meclisa xwecihî ya bajêr de xizmetkar e.
Desthilatên dagirkeriya Tirkî piştî her teqînekê dest bi hemleya binçavkirinê dikin û şêniyên Kurd bi bihaneyên cuda bin çav dikin.